KDC

430 Koçber Wê Vegerin Herêma Kurdistanê û Iraqê

Îro pêncşemê 18.11.2021an biryar hatiye dayîn ku yekem karwana koçberan bi geşteke taybet ya asmanî vegerine Firokexaneya Bexdayê.

Ew koçberên ku ji Iraq û Herêma Kurdistanê ne, bi firokeyeke taybet ji Mînsk a paytexta Belarûsê vedigerine Firokexaneya Bexdayê û pişt re jî wê vegerin malên xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf, roja Pêncşemê diyar kiribû ku wan şert û mercên vegera 430 koçberan amade kiriye ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Iraqê, îro danê sibê firokeyeke Iraqê ji Firokexaneya Bexdayê ber bi Firokexaneya Mînsk a paytexta Belarûsê ve firiya.

Bi hezaran koçberên ne qanûnî ku beşek ji wan ji Herêma Kurdistanê ne, hewl didin ji Belarûsê derbasî Polonya bibin lê hêzên leşkerî û ewlekariyê yên Polonyayê rê li ber wan digirin.

Belarûs a hevpeymana Rûsyayê, pirsgirêka penaberan wek çekekê li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne ku Polonya endamê wê ye.

___

Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

KDC

Pêwîstiya Almanyayê Salane Bi Deh Hezaran Penaberan Heye

KDC

Federasyona komeleyên Kurdistanî li Siwîd şewtinanina dezgehên giştî şermezar dike

KDC
KDC

FREE
VIEW