KDC

Cendirmeyan koçerên Amedê ji zozanên Mûşê derxistin

Parêzgariya bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, Zozanên Şênê li Amediyan qedexe kir, û hêza cendirmeyan ji bo derxistina wan erk wergirtine.

Parêzgarîya Mûşê ji roja 11 vê mehê ve, biryara qedexeya zozanên Şênê ji boy koçer û gundiyên Amedê û dorbera wê  dest pê kirîye û ragihand, ew dê bi rêya destwerdana cendermeyan bêne derxistin.

Ev biryar piştî biryara di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de 20ê Adarê hatibû weşandin û herêma Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê, bi bajarê Mûşê ve hatibû girêdan hatiye dayîn.

Parêzgariya Mûşê 11ê Hezîranê ragihandiye ku zozanên li herêma Şênê, li gundî û koçerên di nav sînorên Amedê de dimînin re hatiye qedexekirin â piştî wê biryarê jî bi destwerdana cendermeyan koçer ji heremê hatine derxistin.

Baroya Amedê li ser mijarê lêkolîn daye destpêkirin û diyar kir ku derxistina koçerên herêmê ji zozanên Şênê bi rêya cendermeyan û biryara parêzgariyê piştrast bûye.

Darka mazi

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awsturyayê ji ber serkeftina wan dê klîbeke navenda xwe xelat bikin 

KDC

Brîtanya Wê Nasnameya DAIŞiyan Betal Bike

KDC

Federasyona Swîsreyê beşdarî salvegera koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza bû.

nusar1