KDC

Li Geverê Xwepêşandan Hate Lidarxistin

Li navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê bi daxwaza îstifakirina Hikûmeta Erdogan xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşandan bi taybetî ji ber buhabûna elektrîkê û bilindbûna nirxên kelûpelan bû. Ev demek e ku li gelek bajarên Tirkiyeyê jî xwepêşandan têne lidarxistin.

Li navçeya Geverê ya li Bakurê Kurdistanê, bi hezaran kes daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan ji ber bilindbûna herî dawî ya buhayê elektrîkê.

Girseya gel hatine kolana Nedîm Zeydan û bi qêrîna dirûşma “dizî heye”, “ji hikûmetê re îstifa” heta ber daîreya belavkirina elektrîkê ya bajêr meşiyan.

Doh jî li bajarê Agiriyê li dijî bilindbûna buhaya elektrîkê nerazîbûn hate nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên dawî de welatiyan li ser torên civakî bertek nîşanî buhaya elektrîkê, sotemenî û berhemên xwarinê ku bilind bûne dan û rexne li Hikûmeta Erdogan kirin.

___

Têqîna li Efrînê 2 Kes Kirin Qurbanî

KDC

Fransayê Dest Bi Darizandina Du Kujerên Jina Cihû Kiriye

KDC

Konfedresyona Rewanda Kurdistanî dê bi helkefta 39 saliya Enfalkirina Barzanî peyamek biweşîne

KDC
KDC

FREE
VIEW