KDC

Ev welat dest bi derxistina bi zorê ya 5 hezar penaberan dike

Hikûmeta Qibrisê dest bi derxistina bi zorê ya wan penaberên Sûrî kiriye, ku daxwaza wan a penaberiyê bi awayekî dawî hatiye redkirin.

Nikolas Yoanîdîs, Cîgirê Wezîrê Koç û Parastina Navneteweyî ya Qibrisê ragihandiye, ji Kanûna Yekem a 2024an ve zêdetirî 5 hezar daxwazên penaberiyê yên welatiyên Sûrî hatine redkirin û pêvajoya vegerandina bi zorê ya wan bi hevkariya polîs dest pê kiriye.

Her wiha dest bi betalkirina mafê mayîna demkî ji bo wan penaberan jî kirine, ku bi layiq nayên dîtin, ligel tundkirina kontrolan ji bo diyarkirina wan kesên ku bi awayekî neyasayî li welêt dijîn an kar dikin.

Yoanîdîs tekez li ser wê yekê jî kiriye, ku bi zorê penaberên Sûrî vedigerînin.

___

Tirkiyeyê Çend Koçberên Iraqî û Sûriyeyî Desteser Kiriye

KDC

Şefa Barzanî sersaxiyê li Îsmaîl Mistefa û malbata wî dike

Karzan

Nivîskareka Kurd Xelata Pirtûka Almanî ya 2026ê bi dest xist.

Xelan