Di nav 48 demjimêran de zêdetirî du hezar koçberên neyasayî gihîştine giravên Kanarya yên Spanyayê.
Di nav du rojan de zêdetirî 2200 koçber bi kelekan ji peravên Efrîqayê gihîştin giravên Kanarya li Spanyayê, ev jî bûye sedema zexteke mezin li ser tîmên rizgarkirinê, bi taybetî li girava El Hierro.
Li gorî ajansa nûçeyan a spanî (EFE), tenê di rojekê de 1580 koçber li ser 15 kelekan hatin rizgarkirin; ev hejmareke ku tomara sala 2020an a di zêdebûna rizgarkiriyan de derbas kiriye.
Rêya deryayî ya di navbera rojavayê Efrîqayê û Kanarya ya Spanyayê de yek ji metirsîdartirîn rêyên koça neyasayî ye, ku salane bi sedan koçber tê de dibin qurbanî, li gorî amaran, tenê di pênc mehên yekem ên sala 2026an de, 1317 koçber di hewldana gihîştina Spanyayê de di deryayê de xeniqîne.

