KDC

Bertekên Herêmî Û Navneteweyî Yên Li Ser Êrîşa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî

Baghdad-KDP.info- Bertekên herêmî û navneteweyî yên li ser hewldana neserkeftî ya kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji aliyê Amerîka, Qeter, Lubnan, Erebistana Siûdî, Îran, Komkara Erebî û Civata Hevkariya Kendavê ve hate şermezar kirin ku sibeha Yekşemê bi firokên bêmirov hewil dan ku wî bikujin û têk bibin.

Li gorî çavkaniyekî ewledariyê ragihandiye, îro serê sibehê êrîşeke kuştinê li Serokêwezîrê Iraqê bi sê firrokeyên bê firokevan hatiye kiriye. Hêzên asayişa Serokwezîr ew firroke xistine xwarê û di heman demê de ya sêyem jî li mala wî teqiya û ziyan gihandiye mala wî.

Çavkaniyekî din ê ewlekariyê diyar kir ku ev her sê firoke ji çemê Dîcle yê li nêzî Pira Komarê ber bi Herêma Kesk a ku Kazimî lê dijîn ve hatine firandin.

Serokê Iraqê Berhem Salih êrîşa terorî ya ser Serokwezîr şermezar kir û Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedr jî êrîşa terorîstî şermezar kir.

NYyê daxwaza aramiyê li Iraqê kir û Amerîka jî bi lez êrîşa aşkere ya terorizmê şermezar kir û di heman demê de teqezî li ser wê jî kir ku ew di lêkolînan de alîkariya desthilatdarên Iraqê dike.

Her wiha Yekitiya Ereban, Misir, Lubnan, Erebistana Siûdî, Qeter û Konseya Hevkariya Kendavê êrîş şermezar kirin.

Îro sekreterê Civata Bilind ya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî hewldana kuştina Serokwezîrê Iraqê şermezar kir û li ser hesabê xwe yê Twitterê bêyî ku hûrgiliyên zêdetir bide got: “Hewldana kuştina Serokwezîrê Îraqê fitneyeke nû ye.’’

Xeylan Bextiyar

___

Almanya – Pêşwaziya parlamenter Helge Lindh li baregeha Navenda Rewandê 

KDC

Bernameyeke Taybet Ji Rewend FM Li Ser Komkujiya Helebceyê 

KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Marûf Omer Gul Re Xwest

KDC
KDC

FREE
VIEW