Nader Doxatî
Almanya 2î Tebaxê 2025
Bi helkeftina (11) mîn salvegara tal û dil tezin ya jinosayda Êzîdiyan, em serê rêz û newazîş dadinên bo tevaya jangorî û pakrewan û dayik û xwîşkên me yên girtî di destê teroristên DAIŞ da, û wan kiryarên hovane yên encam dayin li sêy tebaxê 2014 de bi destê teroristên DAIŞ em reswa û şermezar dikin, helbet rojek reş bo ne tenê bo civaka Êzîdî belkî bo hemû mirovatîyê û cîhanê li cerxê bist û yekê da.
Mixabin piştî (11) salan hêşta jinosayd berdewame, çarenivîsa hezarêha xelkê me di destê hovên teroristên DAIŞ da nediyar e, milletek dibin çader û xivetanda bi germa havînê û jameda zivistanê jiyana xwe derbas dike.
Ji bo aramkirina rewşa Şingalê, xelkê Şingalê vegere ser jîyan û warên xwe, amnahi û avedanî berqerar bêt, Şingalî xwe bixwe serweriya xwe bikin, divêt rêkeftina di navbera hukumeta Iraqê ya federal û hukumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna nûnerê (UN) bêt cebecî kirin.
Ji bo jinosayda Êzîdiyan li seranserî cîhanê danpêdana fermî pê bêta dan, divêt dewleta Iraqê ya federal bibête endam di (dadgeha navdewletî da li Lahai), lê mixabin ta niha perleman û hukumeta Iraqê danpêdan bi jinosayda Êzîdiyan nedaye, ji bilî ku zêdetir ji (20) hukumet û perlemanên cîhanê danpêdaye wek jinosayd.
Mixabin, civaka me ya Êzîdî ber bi aqarek nediarve diçe, pert û belav buye ji hemû aliyan ve, divêt em li kultur û çand û zimanê xwe yê kurdî yê şîrîn bibin xwedan, li welatê xwe Kurdistanê bibin xwedan, plan û dafekên dujminan bi herfinin, dûrkirina Şingalê ji Kurdistanê bi her egerk hebit ferman û jinosayda herê mezîn li ser Êzîdiyan.
Bi vê helkefta dil tezin em wek konfederasyona revenda kurdistanî rêz girtin ji bo qurbanên jinosayda Êzîdiyan vê bîranîna tal bi nîşandana wênayên qurbaniya û dagirsandina fendek û muman di nav van sentêrên bajarên diaspora yê da bîr tînin.
Berlin, Brüksel, Emsterdem, Naşvîl, Oslo, Tewlis, Vîyena, Stokholm, Stavrapol, Bishkek, Elmata, Zûrîx, Helsingbork, Montuban, Kasel, Bremen, Volfisborg, Duseldorf, Mûnstêr.
Hezar slav li giyanê pakê qurbanên jinosayda Êzîdiyan û tevaya qurbanên Kurdistanê bin.
Mern û serşorî bo hovên serdem teroristên DAIŞ.
