KDC

Peyama Pîrozbahiyê Ya Partiya Azadiya Kurdistanê

Nûnertiya Partiya Azadiya Kurdistanê li Ewropayê, bi minasebeta yekemîn kongreya Navenda Revenda Kurd li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li navendê kiriye û hêvî dikin ku bibe sîwaneke Kurdî ji bo hemû Kurdên derveyî welat ku xizmeta doza Kurd bikin.

Peyam:

Bi minasebeta yekemîn kongreya Navenda Revenda Kurd li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi amadebûna hejmareke girîng a Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî we dikin. Em hêvîdar in ku Navenda Revenda Kurd bibe sîwanek ji bo hemû Kurdên li derveyî welat û ber bi xizmetkirina doza rewa ya miletê me ve gavan bavêje û bikaribe nûnertîya miletê Kurd bike, dûrî partiyan û parçebûnê bin. Navenda Revenda Kurd divê ji bo yekdengiyê hewl bide û bîr û nerîn, deng, reng û cudahiyên siyasî bigihîne hev.
Em careke din pîroz dikin, em bang dikin ku kêmasiyan bi awayekî baştir birêxistinkirina revenda Kurd û pêşxistina wan bi dawî bikin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Nûnertiya Ewropayê
25ê Mijdara 2721 (Kurdî)
16ê Berfanbar 2021

___

Rejîma Îranê ji kuştina Kurdan ve têr naxwe!

Harmn

Navenda Revenda Kurdistanî Wê Webinarekê Ji Bo Salvegera Şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed Li Dar Bixe 

KDC

Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

KDC