KDC

Îranê Dîsa Teqe Li Kolberan Kiriye

Kolberekî ciwan ê ji Salasê Bawecanî li sînorê Nawsûdê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatiye gulebarankirin û bîrindar bûye.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, hêzên çekdar ên Îranê roja Sêşemê li sînorê Nawsûdê gule li çend kolberan reşandine û di encamê de Mîlad Rostemî yê 26 salî birîndar bûye.

Li gor çavkaniyekî, Mîlad Rostemî ji zikê xwe bi giranî birîndar bûye ku niha li nexweşxaneyeke Paweyê ye û di bin çavdêrîya pizîşkî de ye, tendirustîya wî baştir bûye.

Hêjayî gotinê ye ku Mîlad Rostemî ji gundê Heşmîrî ya Selasê Bawecanî ye û destgirtî ye.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Cejna Serê Salê Li Êzidiyan Pîroz Kir

KDC

Sê saziyên navneteweyî daxwaz ji welatên Ewropayê dikin ku zarokên penaber binçav nekin 

KDC

Şanda konfedrasiyona rewanda Kurdistanê dê serdana liqa 6 a Partiya Demokrata Kurdistanê bike

KDC
KDC

FREE
VIEW