KDC

Caşên Rejîmê cihê karê sedan kasibkarên Kurd xerab kir

Caşên Rejîma Îranê li Rojhilata welat, cihekê firoştina ajelan li dorbera bajêrê Sine xerab kir ku çavkanîya debara bi sedan malbatên Kurd bû.

Kirêgirtiyên Rejîma Îranê, li navçeyeka bajêrê Sine li Rojhilata Kurdistanê, cihê herî diyar ê kirîn û firoştina pez xerab kir ku bi sedana kasibkarên Kurd li vî cihî debara jiyanê ji xwe re dabîn dikir.

Li gorî agahîyan, ev cih ku keprên kasibkarên Kurd lê bûn, bi fermana Dadwerî Suhrabî serokê caşan û Sabir Selîmî hatîye xerab kirin.

Kesên ku keprên wan hatine xerab kirin, ev kar hildane serê kesê bi navê Ariş Ehmedî ku weke caş li gel Dawerî Suhrabî dixebte.

Hêja gotinê ye, ev cih nêzî 8 salane kirîn û firoştina pez û ajelan lê tê meşandin û cihê debara jiyana bi sedan malbatên Kurd ên wê Sine yê ye.

___

Geştên Asmanî Ji Rûsyayê Bo Iraqê Destpê Dikine

KDC

Weşana Radyoya Navenda Revenda Kurd dest pê dike

KDC

cihgirê serokê konfedrasyona rewanda Kurdistanê beşdarîyê di semînarekê de bike

KDC
KDC

FREE
VIEW