KDC

Tirkiyeyê Nexweşxaneyeke Li Şingalê Bombebaran Kiriye

Firokeyên şer ên dewleta Tirkiyeyê nexweşxaneya gundekî navçeya Şingalê bombebaran kiriye û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê îro di saet 15.00an de nexweşxaneya gundê Sikênî ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kirin e û zanyariyên destpêkê ew in ku mirî û birîndar hene.

Li gor zanyariyan hevwelatiyên deverê xwestine biçin cihê bûyerê û alîkariya birîndaran bikin lê belê firokeyan ew kesên ku dixwestin alîkariya birîndarên li nexweşxaneyê bikin jî bombebaran kiriye.

Her çend ziyanên vê bombebaranê bi fermî nehatibine ragihandin jî lê li gor ku şahid dibêjin, sê caran Şingalê hatiye bombebarankirin û tirs û xof di nav hevwelatiyên vê deverê de çê bûye.

___

Li Fînlandiyayê Newroz Hate Pîrozkirin 

KDC

Grûpa Kurdên Rojhilat li Danîmarkê bi fermî ji bo endamê navenda Rewandizê ya Kurdistanê ragihand 

KDC

Norwêc: Navenda Rewanda Kurdistanê serdana komîteya herêma Partiya Demokrata Kurdistanê kir

KDC