KDC

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Pirsa Bicîkirina Mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a Nû ya Wî Welatî de Gotûbêj Kirin

Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo mîsogerkirina aramiyê li herêmê, Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê li Almanyayê civiyan.

Di civînê de, ligel tekezkirina li ser pêşxistina peywendiyan, Şam bi fermî rola bibandor a Serokayetiya Herêma Kurdistanê di serxistina rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de qebûl dike.

Piştî nîvroya îro Şemî, 14.02.2026, li çarçêweya karên Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Es’ed El-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, civiyan.

Mijara sereke ya civînê ji bo gotûbêjkirina astengiyên li pêş rewşa Sûriyeyê û bandorên wê yên rasterast li ser asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê hate terxankirin. Herdu alî li ser wê yekê li hev kirin ku yekane rêya bidawîkirina qeyranan, desteberkirina diyaloga neteweyî û parastina mafên hemî pêkhateyên wî welatî ye.

Li gorî zanyariyan, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê pesna rola diyarker a Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê daye di nêzîkkirina nêrînan û gihîştina rêkeftina navbera Şam û HSDê de. Herwiha, spasiya helwesta mirovî ya Herêma Kurdistanê kir di qonaxên cuda de ji bo hembêzkirina koçberan û alîkariya wan.

Di beramber de, Nêçîrvan Barzanî, ligel hêviya serkeftinê û vegera aramiyê ji bo Sûriyeyeke yekgirtî, peyameke zelal gihand aliyê Sûrî di derbarê girîngiya cîbicîkirin û parastina mafên destûrî yên gelê Kurd di destûra bingehîn a pêşerojê ya wî welatî de.

Ev civîn di demekê de tê ku dosyaya Sûriyeyê di qonaxeke hestiyar a veguhastinê re derbas dibe, bi taybetî piştî rêkeftina yekbûna hêzan li Sûriyeyê. Nêçîrvan Barzanî di salên borî de bi berdewamî wekî kesayetiyek dîplomatîk ê pêbawer rol lîstiye di aramkirina alozîyan û avakirina pirên pêwendiyan di navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê de, herwiha tekezkirina wî ya berdewam li ser wê yekê ku çareseriya pirsgirêka Kurd divê di çarçoveya Sûriyeyê de be.

___

Brîtanya: Dibistana Sporê ya Kurdî FC ji bo zarokan dest bi perwerdeyê kir

KDC

30yê Pûşpera 1930an – Simko Axayê Şikak

KDC

konferanseke taybet li ser zimanê Kurdî saz kir

KDC