KDC

Li Rojava qedexeya hatûçûnê û xwepêşandanên li dijî giraniyê

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji welatiyan dest bi xwepêşandanekê kir, û ew ji bi sedema giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa aborî ya xerab ya xelkê deverê.

Xwepêşandaran li pankartan siloganên wek (Welatê petrolê birçî ye. Giranbûna nirxê keresteyan dibe sedema hejarî, nezanî, madeyên hibir û tawanan. Girabûna nirzan, sedema koçberkirina bi zorê ye) nivîsandine.

Wekî din, rêveberiya xweser ya Bakurê Rojhelatê Sûriyê îro ragehand, bi sedema zêdebûna rêjeya nexweşiya korona, wan biryar da ji roja şemiyê ve qedexeya hatûçûnê li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê bibe û dê jibo heyama hefteykê bidomîne.

Tê zanîn duh hejmareke berpirsên ENKS diyar kirin ku wan êdî biryar daye xwepêşandan li dijî giranbûna nirxan li deverên Kurdî pêkbînin, lê dibe ku biryara dawî ya qedekirina hatûçûnê piroblemên bêtir bîne meydanê.

___

Nêrîna Dr. Xoşewî Babak Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Hewraman Elî Tofîq: Avakirina Navenda Revenda Kurd Ne Karekî Hêsan Bû

KDC

Cezaya Girtîgehê Li Çend Welatiyên Şinoyî Hatiye Birîn 

KDC