KDC

Dayê


EMEL HESEN

Dayê min berde
Ezê herim cengê
Xwîşek tu bîne
Wan Çek û rexta

Bi kinçên cengê
Min bixemlînin
Li bejna min kin
Şûr û mertalan

Desmala kalan
Ser eniya min kin
Tifinga Barzan
Li milê min kin

Bi navê rojhat
Ezê rê bigrim
Xatir bixwazim
Ji dayîk û bavan
Ji dost û hevalan

Pişta xwe bidim
Feleka bêbext
Berê xwe bidim
Şoreşa gelan

Ciyê rûmetê
Îro li nav Welat
Destê xwe bidim
Destê biratiyê

Da bibim Şervan
Leşkerê geran
Û Pêşmergê Barzan
Li ser Xaka Welat

Çeperên pêşiyê
Ezê cî bigrim
Sînga xwe bidim
Pêşiya gulan

Da em bişkînin
Qeyd û zincîran
Û serê Zahakê
Dijminê kevnar

Û xurt û koledar
Bi Xwîna zela
Ji nû ve avakin
Biharek azad .

___

Why you can be optimistic about SA’s property market

kurdish dc

Portekîz Wê Bi Sedan Penaberan Ji Yûnanistanê Werbigire

KDC

Rêxistina Tendirustiya Cîhanê Hişyariya Belavbûna Omycronê Daye

KDC
KDC

FREE
VIEW