Saziya Kurdistan Foundation, wek pêşwaziyek bo roja 1ê Îlonê ku Roja Bilindragirtina Alayê ye, kampanyayeke neteweyî ya berfireh li bajarê Silêmaniyê ber bi hemû Kurdistanê ve da destpêkirin.
Di vê çalakiyê de ku bi bilindkirina bi sedan alayên Kurdistanê û çend sirûdên neteweyî dest pê kir, tekez li ser wê yekê hate kirin ku ala sembola yekrêzî û wefadariyê ye bo xwîna şehîdan.
Kampanyaya Kurdistan Foundationê bo alaya Kurdistanê, di nav baxçeyê Parêzgeha Silêmaniyê û bi amadebûna Heval Ebûbekir, Parêzgarê Silêmaniyê ve hate birêvebirin.
Di wê merasîmê de ku bi gotina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb dest pê kir, Parêzgarê Silêmaniyê di gotarekê de tîşk xiste ser giringiya vê nîşana neteweyî û ragihand ku, alaya Kurdistanê ew xala bingehîn e ku hemû kes li ser hevfikirin.

Heval Ebûbekir amaje bi wê yekê jî kir ku alaya me tevli qurbanîdan û xwîna şehîdan û dîroka kûr a gelê me ye û bi rabirdûya me ve girêdayî ye.
Hevdem Kurdistan Foundation di kampanyayê de eşkere kir ku di çarçoveya vê kampanyayê de, wan biryar daye 1200 alayên Kurdistanê li herdu bajarên Hewlêr û Silêmaniyê wek diyarî pêşkêş bikin, ev jî wek hewldanek bo zindîkirina bêtir a giyanê neteweyî di nav welatiyan de.

Li gorî dirûşmeyên Kurdistan Foundationê ku di vê kampanyayê de bilind kiribûn, hilkirina alayê tenê merasîmeke sade nîne, belku nûkirina soza wefadariyê ye bo xwîna şehîdan û nîşaneyeke zelal e bo paşerojeke tijî hêvî û azadî bo gelê Kurdistanê.

Salane li Herêma Kurdistanê, bi awayekî fermî û cemawerî giringiyeke zêde bi sembolên neteweyî tê dayîn, ku ala li ser hemûyan e, ev kampanyaya Kurdistan Foundationê di demekê de ye ku roja 1ê Îlonê wek Roja Bilindragirtina Alayê hatiye diyarkirin, lê destpêkirina çalakiyan ji niha ve, nîşaneya giringiya vê boneyê ye ji aliyê rêxistinên sivîl ve bo bihêzkirina nasnameya neteweyî û parastina wan destkeftên ku bi xwîna hezaran şehîdan bi dest ketine, Silêmanî wek yekemîn rawestgeha vê kampanyayê, peyama yekgirtîbûn û hevçarenûsiya bajarên Kurdistanê bo careke din dupat kir.

