KDC

Mêrekî Hevjîna Xwe Kuştiye

Li oteleke Hewlêrê mêrekî hevjîna xwe kuştiye û ji aliyê polîsan ve tê hatiye girtin.

Polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku îşev di seat 23.00an de bûyereke kuştinê li Hotêl Grand a Hewlêrê hatiye agahdarkirin û tîmeke polîsê hawarhatinê bi rêveberayetiya polîsê bajarê Hewlêrê bi lez li cihê bûyerê amade bûne.

Her wiha hate aşkere kirin ku jina bi navê Leylan Azad Mihemed ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê hevjînê xwe K.M.H ve hatiye kuştin.

Di dewama daxûyaniyê de hate diyarkirin ku polîsan ew kujer girtine û ew radestî dezgeha nehiştina tawanan kirine da ku dosyayeka lêkolînan ji bo wî amade bikin û ji dadwerê lêpirsînê re bişînin.

___

Îran Welatiyekî Din Ê Kurd Desteser Kiriye

KDC

Hevpeyvînek li gel keşe Andro Branson 

KDC

Cezaya Girtîgehê Li Jineke Kurd Hatiye Birîn

KDC