Nivîskar: Hermin Ehmed
Di çend salên dawî de mijara koçber û penaberan bûye yek ji mijarên herî aloz û hesas ên siyaseta navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê (YE). Tiştê ku di van rojên dawî de li Parlemana Ewropayê qewimî, tenê pesendkirina yasayeke nû ji bo vegerandina koçberan ne bû; lê nîşana guherîneke kûr a di ramana siyaseta Ewropayê de bû li hemberî hemû koçberan. Guherînek ku di asta xwe ya seretayî de pirseke girîng derdixe pêş: Gelo Ewropa ji bo parastina ewlehiya sînorên xwe, ji wan nirxên xwe yên ku wekî “welatên parêzvanên mafên mirovan” dihatin naskirin, dûr dikeve?
Pesendkirina yasayê bi 418 dengên “erê” li dijî 218 dengên “na”, bi zelalî nîşan dide ku di nav saziyên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê de meyleke nû ya bihêz derketiye holê; meyleke ku bawer dike polîtîkayên berê yên derbarê koçberan de şikest xwariye û divê desthilatdar amûrên tundtir û bibandortir bikar bînin ji bo kontrolkirina sînoran û hatina koçberan.
Çend sedem li pişt derketina vê biryarê ne:
Yekem: Binketina cîbicîkirina biryarên vegerandina koçberan bo welatên wan.
Amarên Komîsyona Ewropayê nîşan didin ku tenê nêzîkî %20ê biryarên dersînorkirina koçberan tên cîbicîkirin.
Ango ji her 10 kesên ku biryara vegerandina wan hatiye dayîn, tenê du kes bi rastî tên vegerandin. Ev rewş ji aliyê gelek dewletên endamên YE ve wekî “bêbandoriya rêyên yasayî” tê dîtin; lewma bûye paldereke sereke ji bo dariştina rêzik û biryarên nû li Parlemana Ewropayê.
Duyem: Bilindbûna hêzên rastgir û neteweperwer (nasyonalîst). Di encama hilbijartinên salên dawî de, partiyên rastgir û neteweperwer li gelek welatên Ewropayê yên wekî Îtalya, Hollanda, Belçîka, Fransa, Almanya û Swêdê… hwd, deng û hêza biryardanê ya zêdetir bidest xistine. Van hêzan mijara koçberiyê kiriye mijara sereke ya propagandaya xwe ya siyasî û daxwaza sînordarkirina koçberiyê û lezkirina dersînorkirinê dikin. Lewma partiyên din ên ser bi xeta neteweperweriyê ve, ji bo ku pêgeha xwe û dengdêrên xwe ji dest nedin, bi siyaseteke hevterîb li dijî penaberan kar dikin û nêzîkî wan helwestan bûne ku piştgiriyê bidin her biryarekê ku li dijî penaberan were girtin.
Sêyem: Tirsa ji peywendiyên civakî û ewlehiya navxweyî ya welatên Ewropayê.
Hinek ji hikûmetên Ewropî bawer dikin ku tevgera koçberan li ser sînoran kêm tê kontrolkirin, ji ber ku welatên YE di navbera xwe de dergehên sînorî nîn in; lewma ew wiha bawerin ku ev dikare bandorê li ser ewlehiya navxweyî bike.
Guherînên mezin ji ber şerên Amerîkayê yên bi hêzên tundrew ên wekî El-Qaîde û DAIŞ’ê re, her wiha şerê Ukrayna-Rûsya û şerê Îran-Amerîka-Îsraîlê pêş ketine. Ev bûne faktorên bargiraniyê li ser bazara kar, pergala xizmetguzariyan, bîmeya tenduristiyê û ji her tiştî girîngtir ji bo Ewropiyan ew e ku demografiya welatên wan diguhere. Hesta baweriya welatiyên Ewropî li hemberî koçberan guheriye.
Her çend amarekî rast di dest de nîne ku peywendiyekê di navbera “koçberbûn” û “sûcdarbûnê” de nîşan bide, lê ji ber ku hinek kesên tundrew û sûcdar xwe wekî kesên asayî di navend û kampan de tomar kirine, asta hesta tirsê di nav Ewropiyan de bilind bûye û roj bi roj dibîhîsîn ku yasa û biryarên nû têne derxistin.
Çarem: Kêşeya parvekirina berpirsyariyê di navbera welatên endamên YE de.
Bi salan e welatên wekî Yewnanîstan, Îtalya, Îspanya, Macarîstanê û welatên li ser tixûban gileyî dikin ku barê sereke yê koçberan li ser milê wan e. Hewlên nû ji bo naskirina biryarên vegerandinê û avakirina navendan li derveyî Yekîtiya Ewropayê, hewldanek e ji bo vegerandina rûmeta Ewropiyan ku bi vê biryarê “yekîtiyeke nû” li dijî koçber û penaberan ava kirin.
Lê li vir pirseke din derdikeve pêş: Gelo vegerandina penaberan çareserî ye yan kêşeyeke nû ye ji bo Ewropiyan?
Xala herî bi nakok di yasayê de, avakirina navendên vegerandinê li derveyî sînorên YE ye. Piştgirên vê projeyê dibêjin ev navend dikarin pêvajoya dersînorkirinê leztir bikin, lê rêxistinên mafên mirovan hişyarî didin ku ev navend dikarin bibin cihên desteserkirina demdirêj; yanî “zindanekî nû” bêyî çavdêriya yasayî û bêyî piştrastiya li parastina mafan.
Hişyariya Neteweyên Yekbûyî
Volker Turk, Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan, ev yasa bi awayê herî hesas nirxand û tekez kir ku dewletên Ewropî nikarin berpirsyariyên xwe yên di warê mafên mirovan de biavêjin ser milê welatên cîhana sêyem.
Binemaya “neşandina bi zorê” yek ji girîngtirîn bingehên yasaya navdewletî ya penaberiyê ye û destûrê nade ku kesek bo cihê ku jiyan û azadiya wî di metirsiyê de be were vegerandin.
Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekbûyî daxwaza nirxandina kesane û temamkirina hemû qonaxên yasayî dike, berî ku biryara dersînorkirina wan were cîbicîkirin.
Ewropayê îsbat kir ku ne mirovperwer e û Di vê biryara ku li dijî penaberan hatî girtin de durûtiyeke tevahî heye. Ev yasa ne tenê yasayeke asayî ye, lê biryareke siyasî û projeyeke hevbeş a welatên Ewropî ye, wekî ceribandineke girîng. Ewropa bi salan e xwe wekî “kelha mafên mirovan û demokrasiyê û hukimraniyeke yasaserwer” nîşan dide, lê niha neçar e bersiva dilgiraniyên welatiyên xwe jî bide û tê çaverêkirin ku dengê kolan û rêxistinan li dijî wan raweste. Li vir da pirseke girîng û serekî heye: Gelo dikare hevsengiyek di navbera parastina sînor û parastina rûmeta mirovan de were avakirin?
Heke ev yasa bêyî binpêkirina mafên penaberan bibe sedema lezkirina pêvajoyan, dibe ku wekî serkeftineke siyasî were nirxandin.
Dersînorkirina bikom a penaberan berpirsyariyeke exlaqî û yasayî ye. Dibe ku ev biryar di paşerojê de ji ber hejmara zêdeya penaberan li Ewropa dijîn, bibe sedema encamên xerab û xwepêşandanên tundûtîjî pêkbên.
Piştî vê biryarê, nîqaşeke mezin derketibû ku “kî divê li Ewropayê bimîne û kî divê bê derkirin?” Xema min û yê her kesî ew e ku em ê êdî li benda çi cûre projeyên siyasî û mirovî bin ku dê pêkwerin. Ew kelha ku wekî mînak dihat dîtin ku dê bibe sîber ji bo penaberan, me dît ku li lûtkeya parlemanê çawa bi çepikan kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina vê biryarê nîşan dan.
