KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Bi Komeleya Kobaniyê Re Civiya 

Navenda Revenda Kurdistanî bi berpirsê Komeleya Kobaniyê Dr. Welîd Hemo re li bajare Bilefelde a Almanyayê bi amadebûna Birêz Kejal Derwîş Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Almanya û Birêz Hewraman Elî Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî civiyan. Her du aliyan li ser proje, çalakî û koordînasyoneke bi hêz di pêşerojê de axivîn. Navenda Revenda Kurdistanî berpirsê Komeleya Kobaniyê dawetî ofîsa xwe ya li Dusseldorfe kir bo koordînasyon û pêşxistina karûbarê civaka Kurd li diasporayê û li ser hinek babetên din. Ji bo du çalakî û xebatên pêwîst û girîng biryar hatine girtin. Di vê danûstandinê de derfetên xebata bi hev re jî hatine gotûbêjkirin ka meriv di pêşerojê de çawa dikare bi hev re bixebite ku civatê di bin sîwanekê de bicivîne û pêvajoya danûstandina bi rasterast di navbera wan de hêsantir bike.

___

Wezîrekî Afganî Li Almanyayê Karê Deliveryê Dike

KDC

Co Baydin: Min ferman da ku reşandina karê dijî mîlîşyatên Îranê bê belav kirin

KDC

Partiya Wekheviya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Pîroz Kir

KDC
KDC

FREE
VIEW