KDC

Spasnameya Serok Barzanî bo welatiyan, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û Revenda Kurdistanê

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi navê xwe û bi navê hemû endamên malbata Barzanî, gelekî spasiya welatiyên xweşdivî, aliyên siyasî, berpirsên hizbî û hikûmî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, konsul û nûnerên welatan, kesayetiyên olî, nûnerên pêkhatên neteweyî û olî, serokên hozan û kesayetiyên civakî, çandî û akademîk ên Iraq û Herêma Kurdistanê, hêzên Hevpeymanan, fermande û hêzên qehreman ên Pêşmerge, Asayîş û Polîs, rêxistinên civaka sivîl, ragihandinê û hemû çîn û tebeqeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçeyên Kurdistanê dikim, ku erk kişandin û di şîna Xwedê jêrazî (Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) de amade bûn, û bûne hevsoz û hevxemên me.
Di heman demê de spasîya hemû berpirsên hikûmî û aliyên siyasî, û endamên Encûmena Nûnerên Iraqê, û kesayetî û serok hozên Iraq û Sûriyê, her wiha berpirs, kesayetî û nûnerên welatên Erebî û Kendavê, kesayetî û aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê û revenda Kurdistanî ya li derveyî welat dikim ku bi rêya birûske, peyama sersaxiyê û peywendiya telefonê ve zehmet kişandin û di şîn û xema me de beşdar bûn.
Spasîyeke taybet jî pêşkêşî welatiyên xweşdivî yên bajarokê Pîrmamê dikim ku di rojên şînê de, tevî hebûna zehmetî û qerebalixiyê, mêvandariya xelkê kirin. Her wiha destxweşiyê li erk û keda hêzên Asayîş û Polîsan dikim ku berpirsiyariya rêkxistina hatinûçûnê û parastina welatiyan li ser milê wan bû.
Hevsozî û hevbeşiya berdewam a gelê ezîz ê Kurdistanê di xem û şînên me de, her tim cihê rêz û rûmeta me ye. Hêvîdar im hemû alî ji êş û nexweşiyan dûr bin, Xwedayê mezin xêra hemû aliyan bide.
Mesûd Barzanî
8ê Îlona 2026

___

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Du Kurdên Parlemanterên Norwecê Kir

KDC

Ciwanekî Kurd di hilbijartinên şaredariyên Almanyayê de piraniya dengên lîsta Partiya Keskan bi dest xist

Karzan