KDC

Kolberekî Kurd Bi Gulebarana Çekdarên Îranê Hatiye Kuştin 

Kolberekî Şinoyî, li ser sînorê Baneyê bi guleya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina mafê mirovan a Hengawê ciwanê kolber ê ji Şinoyê Rustem Xizrî yê 25 salî li sînorê Baneyê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hate gulebarankirin.

Li gor çavkaniyekî, termê Rustem Xizrî ji aliyê hejmarek kolber û şêniyên deverê ve bo yek ji nexweşxaneyên Silêmanî hatiye şandin.

Rustem Xizrî zewicî bû û li dê û birayê xwe dinêrî. Bavê Rustem berî 20 salan jiyana xwe ji dest dabû.

___

Navenda Revenda Revenda Kurdistanî li Berînê Kongreya Xwe Pêkanî

nusar1

Îsraîlê 65 Ereb Ji Ber Bazirganiya Çekan Girtiye

KDC

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

nusar1