KDC

ŞINGAL ÊŞEKÎ GIRAN E DI DILÊ KURDISTANÊ DE

Kovan Amedî

Rêxistina terorîstiya DAÎŞ´ê di meha Hezîranê da erîş bir ser bajarê Musilê, bi alîkariya eşîrên sunnî yên Ereb û kevne Beasî`yan, Musilê girtin kontrola xwe. Leşkerên ser bi rejîma Bexda`yê bê ku tu berxwedan nîşan bidin, ji Musilê derketin. DAÎŞ´ê çekên giran yê leşkerên Iraqê, li Musilê bi destê xwe xisti bû. DAÎŞ, piştî ku Musilê girt jêr kontrola xwe. Di roja 3´ê tebax 2014´an da, ji nişkeva berê xwe dan Şengalê û niştecîhên Kurdên Ezîdî. Di erîşa Şingalê da bi hezaran Kurdên Ezîdî hate qetilkirin. Li gelek cîhan jin, zarok, kal û pîr bi komî hate kuştin, bi saxî avêtine nav gola avê û dûra jî gule barn kirn. Bi deh hezaran jin û keçên Ezîdî dîlgirtin, gelek ji wan jin û keçan wek koleyê seksê bikaranin, li bazarê bajarên Ereb hatin firotin.

Bi sad hezaran Kurdên Ezîdî cîh û warên xwe bi cîh hêla û bi çiya, bi çol û beyarên Şingalê ketin. Bi rojan tîh û birçî man, gel zarok û kal û pîr nexweş ketin û di rê da mirin. Îro nêzî 500 hezar Kurdên Ezîdî li welatê xwe bûne penaber.

DAÎŞ´ê ne tenê erîşê Şingalê kir. Her usa 1100 kîlometre sînorên Kurdisana Başûr dane ber erîşan. Benda ava Musilê girtibûn bin kontrola xwe. Erîşê bajaroka Maxmurê kirin, usa ku nêzî bajarê Hewlêrê bûbûn.

Lê belê pêşmergeyên Kurdistanê, hêza xwe zû dan ser hev û bi alîkariya hêzên hevpeyman, erîş birin ser DAÎŞ´ê, Şingal jî tê da gund, dever û bajarokên ku di destê DAÎŞ´ê da bû, yek bi yek rizgar kirin. Mixabin ku îro bi alîkariya ne xêrxwazên kurd, Şingal li jêr kontrola Bexdayê de ye, di şûna ala Kurdistanê ala Iraqê pêl dide.

Êşa Kurdê Ezîdiyên Şingalê gelek giran e. Gelek keçên me hîn jî aqubeta wan ne diyar e. Meha îlonê ya 2016´an de 19 jinên ku daxawaza DAÎŞ´yan ne anîbûn cîh, li Musilê di qefesan de bi zindî hatin şewitandin.

Di sed sala dawî da, gelek komkujiyên wek Dersim, Geliyê Zîlan, Enfal , Helebçe, Şingal û gelek din, bi serê gelê Kurd da hatiye…

Ji bo ku gelê Kurdistanê komkujiyên din nejîn, ji bo ku dîroka reş dûbare nebe, ji bo ku jin û zarokên me di qefesên dijmin da bi saxî neyên şewitandin, divê Kurd jî wek hemû neteweyên din, li welatê xwe, li ser axa Kurdistanê bi nasnama xwe azad û serbilind bijî…

Îro tekoşîna gelê me li Başûrê Kurdistanê hatiye asteke bilind û gelê me jî wek her neteweyek din, dixwazê çarenûsa xwe bidest bixe û li Başûrê kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bixe.

Xetera DAÎŞ û îslama siyasî, li ser Kurdan ranebûye. Bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê, ku îro kevne DAÎŞ´î li ser hukum e, du meh pêş nuha di derfetek biçûk kete destê wan, ji 2000 zêdetir Elewî kuştin, di destpêka meha Tîrmehê de erîş birin ser Durzîyan bi sedan Durzî kuştin, dîl girtin û îşkece bi wan kirin.

Dewletên dagîrker wekî Tirkiye û hukumeta Sûriyê, dixwazin ku kurd çekên xwe deynin û entegreyê suriyê bibin. Ev yeka bo kurdan karesatek mezin e. Di rewşek weha de, tiştê ku bi serê elewî û Durzî tînin, wê ji wî jî xerabtir bi serê Kurdan de bînin.

Mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, ne bi gotin, divê di yasa bingehînda cîh bigrê! Divê hukumeta qatî ya Sûriyê, ne bi gotin bi kiryar mafên netewî ya Kurdan nas bike…

Lewra divê Kurd ji daxwaza statuyek netewî danekevin! Divê, ji bo mafê netewî ya Kurdan di yasaya bingehîn ya Suriyê de bê misogerkirin bi helwest bin.

Divê Kurd bi xwe bawer bin û berxwe bidin. Li derveyê welat jî dîasporaya Kurd jî erkên xwe yên netewî bi çalakî û xebatên cur be cur, bînin cîh.

Bi munasebeta salroja Qetliyama Şingalê de, DAÎŞ û hemû hêzên terorîst û kujerên Kurd, bi tundî mehkûm û şermezar dikim. Şehîdên Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîrtînim.

___

(Berevajî firendekan ya Ebdulbaqî Huseynî di navbera welêt û penaberiyê de)

nusar1

Pênûs û Alayê Welatê Min

nusar1

Ew Kurdên li Amerîkaya Bakur kî ne û kengî û çawa hatine Amerîkaya Bakur û jimara wan çend e?

nusar1