Bi Amadekirina: Soran Hesen
Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi awayekî online û bi rêya bernameya Zoomê, ji bo Prof. Dr. Ebdulrehman Kerîm Derwêş, webînarek li ser “Diyasporaya Kurdistanî û Hewldanek Ji Bo Têgihîştina Dînamîk, Astengî û Derfetan” saz kir.
Êvara roja Şemiyê, 13ê Îlonê 2025, ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi amadebûna Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyonê û endamên Komîteya Rêveber a Konfederasyonê, endamên federasyon, navend, komele û rêxistinan, rewşenbîr û çend kesayetiyan, webinarek ji bo Prof. Dr. Ebdulrehman Kerîm Derwêş li ser “Diyasporaya Kurdistanî û Hewldanek Ji Bo Têgihîştina Dînamîk, Astengî û Derfetan” lidar xist, ku amadekarî û pêşkêşkirina wê ji aliyê Xanima Şu`le Resûl ve hate kirin.
Mijar li ser çend xalan hatibû dabeşkirin, di nav wan de:
⦁ Ew aliyên ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî divê ji bo rêxistinkirina civaka diyasporayî li ser wan bixebite çi ne?
⦁ Ew derfet çi ne ku di civaka diyasporayî de hişyariya kesên li derveyê welat niştecihin pêş bixin?
⦁ Konfederasyona Revenda Kurdistanî divê kesên li derveyê welat niştecihin, li ser qada navneteweyî de, bi kîjan alî ve rêk bixe ku bandorê li lobiyê de bike?
Dr. Ebdulrehman Derwêş, lêkolîneke zanistî li ser diyasporayê pêşkêş kir, ku mijara wê li ser diyasporaya Kurdistanî, hewldanek ji bo têgihîştina dînamîk, astengî û derfetan, û çawa hewldana ji bo nexşerêyek ji bo derbaskirina astengiyan bû. Di vî derbarê de û di destpêkê, behsa têgeha civaka diyasporayê kir, ku civakek e ku ji ber sedemên cûrbicûr ji welatê xwe koç dikin bêyî ku ji têkiliyên çandî qut bibin, û li beranber de di navbera wan têkiliyên civakî yên xurt hene. Herwiha, wî sedemên koçberiyê jî şîrove kir.
Piştre, wî behsa teoriya sazîbûnê kir ji bo têgihîştina dînamîkên tevlihev ên diyasporayê, ku li ser sê teoriyan de dabeşkir, ew jî : (teoriya transneteweyî, teoriya nasnameya dualî û teoriya vejandina etnîkî). Dûv re, behsa taybetmendiyên têkiliya revendan bi welatê dayikê re kir, ku ew jî li ser çar aliyan de şîrove kir: têkiliyên aborî û darayî, girêdana bi pirsgirêkên welat re, parastina çand û ziman bi nifşên diyasporayê re, û avakirina tora piştgirîya civakî, ku ev jî pirên têgihîştinê di navbera niştimana dayikê û civaka diyasporayê de ava dike.

Di babateke din de Dr. Ebdulrehman, behsa civakên herî serkeftî yên diyasporayê yên cîhanê kir, di nav de diyasporayên (Cihû, Çînî, Hindî, Libnanî, Filistînî) û herwiha civakên dînî yên diyasporayî yên wekî Îslam. Ji vê aliyê ve, wî civaka diyasporaya Kurdistanî pênase kir û wê bi diyasporayên gelên din re berawird kir û şîrove û nêrîna xwe anî ziman.
Di heman lêkolînê de, wî behsa astengiyên li pêş diyasporaya Kurdistanî kir, ku behsa yek ji sedemên wan kir, ew jî nebûna dewletek, belavbûna cografya û dabeşbûna wan li ser gelek welatan, astengiya tevlîbûn û gûncandin û adaptekirina bi çandên cuda re, û astengiyeke din jî dabeşbûna siyasî û tevgerên îdeolojiyên siyasî yên cuda û yekrêziya siyasî, ku ev jî bûye sedema alozbûn û tevlihevbûna xebatên diyasporaya Kurdistanî.
Paşê, berawirdkirineke astengiyên derve yên diyasporaya Kurdistanî di navenda diyasporayên cîhanî de şîrove kir û dîtin û nêrînên xwe yên li ser wê anî ziman û pêwîst dît ku diyasporaya Kurdistanî têkiliyên xurt bi diyasporayên cîhanî re ava bike da ku ji hêz û şiyan û potansiyela wan sûd werbigire.
Herwiha, wî behsa pirsgirêka têkiliya diyasporaya Kurdistanî bi diyasporayên Erebî û Îslamî re kir, ku wî bawer dikir ku divê diyasporaya Kurdistanî li wan têkiliyan lêkolîn bike. Herwiha, wî astengiyên di vî warî de şîrove kir, wekî (hevparîya dînî), ku gelek hewl didin diyasporaya Kurdî di nav xwe de bihelînin, û ev yek jî hestên dînî yên hevpar re bi bandorî tevlihev dike, ku cudahiya armancên siyasî û bandora wan astengiyên nasnameyeke hevpar in.
Di dawiya webinarê de, wî stratejiyeke giştî ji bo xurtkirina diyasporaya Kurdistanî pêşkêş kir, ku wî bawer dikir ku divê çar astên sereke bêne şopandin ku ew jî: têgihîştina dînamîkên pirsgirêka niştimanî ya Kurdistanî û divê nêrînek stratejîk hebe, herwiha hebûna têgihîştineke stratejîk û berfireh ji bo rewşa diyasporayê û damezrandina saziyeke berfireh û xurt ji bo diyasporaya Kurdistanî, asta dawî jî stratejiya avakirina bîr û ramaneke hevpar bû.
Hêjayî gotinê ye ku webinar bi nêrîn û dîtinên amadevanan re gotûbêjên berfirehtir vekir û pirsan jî mijarê ji aliyên cuda ve berfirehtir kir û babetê jî zêdetir ronî kirin. Amadebûna hejmareke zêde ya civaka diyasporayê ji bo vê webînara zanistî û lêkolîner, girîngî û nirxê wê ji bo amadevan û mêvanan zêde kir, ku ew ê bibe alîkar ji bo zêdekirina agahdarî û bîrmendiya diyasporayê di webînarên din ên Ragihandina Konfederasyonê de.
