KDC

‏Serok Barzanî beşdarî merasîma destpêka 11. Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê bû

Roja Pêncşemê 5ê Sibata 2026an, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê 11.(yanzdehemîn) Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Di kongreyê de ku bi beşdariya pizîşkên her çar parçeyên Kurdistanê û pizîşkên Diyasporayê hat lidarxistin, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de spasiya Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê û Desteya Mezopotamyayê kir ji bo lidarxistina kongreya xwe ya yanzdehemîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwest. Serok Barzanî bal kişand bi wê jî kir ku deriyê Hewlêrê her dem ji bo çalakiyên wiha vekirî ye û bi spasdarî anî ziman ku ev cure çalakî pir bi qîmet in û ezmûnek e ji bo paşerojê û xizmetê ji milet re dike. Herwiha Serok Barzanî bal kişand ser erkê pizîşkan û ew wek erkêkê pîroz wesif kir ku parastina canê mirovan e.

Derbarê rewşa siyasî û bi taybetî Rojava de, Serok Barzanî anî ziman ku me dît ku karasateke mezin li Rojava ber bi rûdanê ve diçû û dê bibe şerê du neteweyan. Serok Barzanî eşkere kir ku tirs ji wê yekê hebû ku şerê Kurd û Ereb rû bide û karaset bi dû re bê. Serok Barzanî bi vegera ser dîrokê bal kişand ser wê yekê ku Kurd ti carî di destpêşxeriya şer de nebûne û anî ziman ku çi ji destê me hat me kir û hêvî kir ku rêkeftina birayên Rojava û hikûmeta Sûriyê berdewam bike. Serok Barzanî spasiya her takekesekî gelê Kurdistanê kir ji bo wê yekrêziya neteweyî ya ku di vê mijarê de kirin û ew wek serkeftinek binav kir û spasiya gelê Kurdistanê, dezgeh û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkarî û piştgiriya xûşk û birayên Rojava. Serok Barzanî di axaftina xwe de anî ziman ku divê li ser şer neyê fikirîn, lê em zor û zordariyê jî qebûl nakin. Derbarê pêvajoya aştiyê li Bakur de, Serok Barzanî anî ziman ku ji roja yekem ve piştgiriyê li pêvajoya aştiyê kirine û piştgiriyê jê re dikin û hêvî kir ku bigihîje encamek ku xêra wê ji bo hemû aliyan hebe. Di dawiyê de Serok Barzanî li ser çendîn mijarên din jî axivî.

Ev a li jêr jî, naveroka gotara Serok Barzanî ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Di destpêkê de, ez bi germî bixêrhatina we hemûyan dikim û destxweşiyê li Sendîkaya Pizîşkan û Desteya Mezopotamyayê dikim ji bo lidarxistina vê kongreyê ku yanzdehemîn kongre ye. Ez dixwazim bibêjim ku her dem dil û deriyê Hewlêrê ji bo we û ji bo van cûre çalakiyan vekirî ye.

Hejmareke zêde ya pizîşkên her çar parçeyên Kurdistanê îro li vir in ku ev cihê şanazî û hêviyê ye ji bo me.

Ev cure çalakî pir pir bi qîmet in, guhertina wê zanistê, wê ezmûnê, ev hemû xizmeteke mezin ji miletê me re dikin, we karekî pîroz kiriye, destxweşiyê li we dikim û spasiya we dikim.

Karê pizîşkan, karekî pir pîroz e, rizgarkirina jiyana mirov e, karekî ji vê pîroztir nîne. Ji ber vê yekê hûn jî pîroz in, ji ber ku erka we erkeke pîroz e.

Ez ji we re serkeftinê dixwazim û em bi hemû hêz û şiyan û qûdretê bi we re ne û piştevanên we ne.

Hejmarek ji wan pizîşkên rêzdar ên derveyî welat (diyaspora) di vê yekê de beşdar in, herweha ji her çar parçeyên Kurdistanê, ev rastiyekê nîşan dide, heger derfet ji bo takekesê Kurd çêbibe, takekesê Kurd ji yên din kêmtir nîne. Spas ji Xwedê re profesorên pir mezin derketine, zanyarên pir mezin derketine ku em bi wan serbilind in û em hêvîdar in ku ew Kurdên li sirgûnê, ji vê derfetê sûd wergirin, çawa ku piraniya van rêzdaran ji wê derfetê sûd wergirtine û zarokên xwe han bidin ku fêrî xwendinê bibin, fêrî zanistê bibin, di her warî de be, ji tiştên xerîb dûr bikevin, ji wan tiştên ku bi zerara wan û miletê wan digihîne dûr bikevin. Di heman demê de hînî wan bikin ku ziman û ax û miletê xwe ji bîr nekin.

Rêzdaran

Ez naxwazim zêde dema we bigirim, lê me hemûyan dît berî demekê, karesateke mezin li Rojava di ber rûdanê de bû, mixabin. Ez naxwazim biçim hûrgiliyên vê rewşê ka çima wusa çêbû û çawa wusa çêbû, lê wek Ereban gotiye (Xwedê ji tişta herî mezin parast). Tirsa min a mezin ew bû ku bibe şerê Kurd û Ereb. Hûn bi xwe jî dizanin ku heger em vegerin dîrokê, tu carî Kurd ji bo şer destpêşxer nebûne û tu carî ji hemû serkirdeyên şoreşên Kurdistanê, her dem şîreta wan ew bûye ku şerê me li dijî zordar e ne li dijî netewe ye. Tirsa min a mezin ew bû ku bibe şerê Kurd û Ereb ku ev dê bibe karesateke mezin.

Dîsa çima wusa çêbû? Ez naçim wan hûrgiliyan. Di rewşeke wiha de mirov divê dûrî ji hestan biryarê bide û dûrî ji hestan pengav bavêje. Çi ji destê me hat me kir, em serbilind in, çawa ku di dema xwe de dema pêwîst bû û rewş guncaw bû, me Pêşmerge şandin çûn li Kobanî mil bi mil li gel birayên xwe li dijî DAIŞê şer kirin û Kobanî rizgar kirin.

Rewşa vê carê cuda bû, vê carê pêwîstî bi vemirandina agirê hebû. Spas ji Xwedê re û spas ji hemû aliyên ku alîkar bûn, şer ne tenê mezin nebû û nebû şerê Kurd û Ereb, tiştên nebaş rû dane, lê dikaribû tiştên pir pir xirabtir rû bidin. Niha jî lihevkirinek di navbera birayên me yên Rojava û hikûmeta Sûriyê de çêbûye, em hêvîdar in ku ew lihevkirin berdewam bike û çi ji destê me hat, me kir ji bo ku şer fireh nebe. Li vir ez pêwîst dibînim ku spasiyeke bêdawî ji her takekesê Kurd re bikim li her çar parçeyan û li derve jî, ji bo wê yekrêziyê û wê ramana neteweyî ku bi hîç tiştekî nayê nirxandin ka çiqas bi qîmet bû û çiqas hêz da me hemûyan, ev serkeftina herî mezin bû. Ji aliyekî din ve ez spasiya gelê Kurdistanê dikim ji bo wê alîkariyê û ji bo wê coş û xiroşê ku me dît. Bi hezaran ciwan bûne dilxwaz ji bo ku biçin alîkariya birayên xwe bikin. Ez spasiya wan hemû saziyên ku çûn ji bo alîkariya birayên xwe bikin û xizmet pêşkêş kirin. Bi taybetî li vir ez dixwazim spasiyeke bêdawî ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re bikim û spasiya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî bikim ku karîbûn xizmeteke pir zêde pêşkêşî birayên Rojava bikin.

Ez hêvîdar im ew yekîtiya ku me li ser asta neteweyî dît, ev êdî bibe bingeh ji bo pêşerojê û ji bo her bûyereke ku ji niha û pê ve çêdibe. Divê em li ser şer nefikirin, lê di heman demê de em zordariya zordaran jî qebûl nakin.

Em lava û dua dikin, em temenna dikin ku rewş ber bi başbûnê ve here, xûşk û birayên me yên Rojava êdî jiyaneke aram derbas bikin û çi ji destê me were, em di alîkariya wan de kêmasiyê nakin.

Di derbarê Bakur de, helbet salek e an hinekî zêdetir e, pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, me her ji roja yekem ve piştgirî lê kiriye û piştgiriyê lê dikin, em hêvîdar in ku bigihîje encamek ku xêra hemû aliyan tê de be. Ez tenê ewqas dibêjim.

Di derbarê rewşa navxweyî ya Herêmê û li gel Bexdayê de, mixabin piştî hilbijartinên par ne li Herêmê hikûmet hat avakirin, ne li Bexdayê jî hikûmet hat avakirin, pirsgirêk pir in, yanî divê em bi we re û bi miletê xwe re rastgo bin, lê em di hewldanê de ne ku ew pirsgirêk nemînin û çareseriyek guncaw ji bo Herêmê bibînin, ji bo Bexdayê jî çi ji destê me were em alîkariya hevalên xwe yên li Bexdayê dikin ji bo ku zû ji wê qeyranê derkevin hem li Herêmê û hem li Bexdayê jî. Lê pirsgirêk pir hene.

Rewşa herêmê bi giştî rewşeke aloz e çawa ku hûn bi xwe dibînin, em temenna dikin ku di navbera tu aliyan de şer rû nede, ji ber ku tişta herî xirab şer e û em hêvîdar in ku ew pirsgirêkên heyî, ew nakokiyên heyî di navbera van dewletan de, bi diyalogê, bi aştiyê bêne çareserkirin, ji ber ku şer bi zerara hemû gelên herêmê ye û bi zerara hemû aliyan e.

Di dawiyê de ez vê kongreya we pîroz dikim û we piştrast dikim ku em bi hemû hêza xwe piştevanê we ne, ez ji we re serkeftinê dixwazim. Divê em jî bizanin heger îradeya me hebe û baweriya me bi doza miletê me hebe, her dem dostên me hene, heger îradeya me nebe û em amade nebin û baweriya me bi xwe nebe, kes dostê me nîne. Ev e pir bi başî bizanin.

Di dawiyê de silavên xwe ji canê pak ê hemû şehîdan re dişînim û silav ji hemû xûşk û birayên Kurd û Kurdistanî yên li her deverê re. Ez ji we re serkeftinê dixwazim û bi hêviya xwedê Kurdistan her di xweşiyê de be.

Gelek spas.

___

Li Swêdê Rîska Kêmbûna Nifûsa Du Bajaran Heye

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Vîenna

nusar1

Çalakiyên meha 8 a sala 2022 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û  navenda revenda Kurdistanî

KDC