KDC

Author : Xelan

Komeleya Aşitî xelata rêzlêgirtinê da çendîn xwendekarên Kurd

Xelan
  Komeleyeke ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Belçîkayê, merasîmeke rêzlêgirtinê ji bo çendîn xwendekarên Kurd saz kir. Roja şemiyê 04.07.2026an, Komeleya Aştî ku endama Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye, di keşûhewayeke serbilindî û pîrozbahiyê de, merasîmeke rêzlêgirtinê ya taybet ji bo xwendekarên Kurd ên temenê wan di navbera 6 heta......

Revenda Kurdistanî li Holandayê çalakiyeke xêrxwaziyê ya cuda encam dide

Xelan
  Amsterdam: Navenda Revenda Kurdistanî ya li bajarê Venlo, bi beşdariya Rêxistina Çepik a bo Geşepêdana Mirovî û Federasyona Ciwanên Diyasporaya Kurdistanî, ku endamên Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê ne, çalakiyeke çandî ya cuda bi geşteke deryayî encam dan. Bi mebesta nêzîkkirina Kurdên li Holandayê û pêşxistina peywendiyên navbera revenda......

Polîsê Fransayê qaçaxçiyekî metirsîdar destgîr kir

Xelan
  Kesekî li ser temen 30 salî re li rojhilatê Fransayê bi gumana ku serkêşiya toreke qaçaxçîtiya koçberan ji Tirkiyeyê bo Fransayê kiriye, hat girtin. Li gorî malpera “Koç” (Migration), rayedarên li rojhilatê Fransayê toreke qaçaxçîtiya koçberan hilweşandin û serokê wan li bajarê Epinalê destgîr kirin. Ew kesê ku gumana......

Ji bo cara yekem Kurdek bû şampiyonê cîhanê

Xelan
Agit Kabayel Kurdekî nîştecihê Almanyayê ye û di şampiyoniya WBC ya kîloya giran de karî bibe xwediyê kembera zêrîn û bi wê yekê pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest xist. Agit Kabayel li ser hesabê xwe yê tora civakî X ragihand: Piştî ku şervanê Ukraynî Oleksandr Usyk vekişiya......

Bi amadebûna Şifa Barzanî Konferansa Federasyona Ziman birêve diçe

Xelan
Bi amadebûna Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Konferansa Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî li bajarê Dusseldorfê li Almanyayê birêve diçe. Îro şemî, 27ê Hezîrana 2026an, li ser raspardeya Serok Barzanî û piştgiriya Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Şifa Barzanî Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, kongreya yekem a Federasyona......

Tîmeke ser bi Navenda Fînlendayê serkeftinek tomar kir

Xelan
  Tîma Futbolê ya ser bi Navenda Fînlendayê karî li tîma Iraqê bibe û amadekarên xulê jî matmayî bike. Di roja 25.06.2026an de, Xula Salane ya Neteweyan di navbera tîma Kurdistanê û tîma Iraqê de hat lidarxistin, ku tê de tîma Kurdistanê bi encama 6-1 li hember tîma Iraqê bi......

Nivîsîngeha Jinan Vexwendinekê pêşkêşî Kurdistaniyan dike

Xelan
  Nivîsîngeha Jinên Konfederasyona Revenda Kurdistanî we vedixwîne ji bo semînera: “Rola jinan di avakirina civakê de: Derfet û astengiyên pêşketinê”, ku ji bo her yek ji Songul Akpinar, Meyana Hesen Nadirî û Necah Hêvo hatiye amadekirin. Ev semînar bi rêya bernameya Zoomê, di saet 20:00’an de, di dîroka 27.06.2026’an......