KDC

Di Roja Zimanê Dayikê li Cîhanê de Zimanê Kurdî di Çi Rewşê da ye

Kovan Amedî

21´ê Şibatê roja zimanê dayikê li Cîhanê ye. Di sala 1999´an da Rêxistana Navdewletî ya Perwerde, Zanist û Çande yê (UNESCO) ku ser bi NY ye, 21´ê Şibatê wek roja zimanê dayikê ragîhandiye. Ji wê rojê vir da 21´ê Şibatê li hemû Cîhanê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin.

Îro li Cîhanê zêdetir ji 7000 ziman tên axavtin. Li gor belgeyên YN´ê % 40 ji wan zimanan di bin tehdîda wundabûnê da ne.

Zimanê Kurdî jî di bin tehdîdê da ye. Ji damezrandina Komara Tirkiyê vir ve, li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyonek sîstematîk  tê meşandin.

Bi taybetî piştî avabûna Komara Tirkiyê, Tirkiye dest bi înkarkirina Kurdan kir. Di sala 1924´an da axaftin, nivîsandina Kurdî hate qedexekirin. Piştî şoreşa 1925´an ya bi bin serokatiya Şêx Saîd da, li bazarên Diyarbekirê da her kesekî ku Kurdî biaxiviya, Ji aliyê jendirmên Tirkan ve bi 25 kurşên wê demê dihatin cezakirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, her çend radiyo ya bi zimanê Kurdî weşan bike jî, zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye. Heta nuha çendîn mamosteyên kurd hewil dane ku bi qursan zarokên kurd fêrî zimanê kurdî bikin, hatinin girtin û cezakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê di rewşek defocto de ” Rêvebiriya Xweser” di bistanan de Kurdî jî wek zimanê perwerde bikaranîn e. Lê piştî têkçûyina rejîma Beas a Beşar, Hukumeta nû ya Sûriyê ya katî, tevî ku çendîn rêkeftinan li hevkirinê bi HSD´ê re kiribe jî, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî hengavek nebûye. Di rêketina ku di dawîya meha Çileyê 2026´an de îmze kirine, Zimanê kurdî wekî zimanê hemwelatî tê pênasekirin, ango di wê protokolê de jî ne zelaliyek mezin heye. Tê xwestin ku zimanê kurdî û hemû mafên netewî ya gelê kurd, di yasaya nû ya Sûriyêde bê misogerkirin.

Lê Tirkiye heta nuha li gor peymanên navdewletî ku wan bi xwe jî îmze avêtiye binî, tu mafekî nedaye Kurdan. Tirkiye hebûna Kurdan bi gotin qebûl dike lê di yasaya bîngehîn  a Tirkiyê da, Kurd wek neteweyek nayê naskirin. Zimanê Kurdî ne fermî´ye û mafê  zarokên Kurdan tuneye ku bi zimanê xwe bên perwerdekirin.

Lê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ev çend salên dawî, bo bi destxistana mafê perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî çendîn platform hatinin avakirin. Ev platformana gelek başin, lê têrê nake. Hukumetê berî çend salan qanûnek derxist ku zarokên kurdan dikarin Zimanê kurdî di dibistanan de wek zimanê bijarte hilbijêre. Her çend ev gava bersîva daxwaza kurdan nede jî mafek biçûk e, meriv dikarê jê re bêje ” erê lê ne bese.” Îro li Kurdistanê gelek şaredarî di destê DEM partiyê de ye û ev jî tê wateya hêz û derfet, lê xuyaye di vî warî de gelek xemsarin, bi xurtî xwe nadin kampanya ya hilbijartina zimanê kurdî. Xebatên platformên din ku kampanyayek bo hilbijartina zimanê kurdî dimeşînin, gelek pîroz e, lê têrê nake. Divê çi rêzistinên sivîl çi jî rêxistinên siyasî bi xurtî xwe bi ser zimanê kurdî!

Mixabim ku di vî warî de kêmasiya dê û bavan jî gelek´in. Zimanê nav malê û li bazarê ne bi kurdî be, zarok hînê zimanê xwe nabin. Divê zimanê kurdî di hemû qada jiyanê de bê bikaranîn ku zimanê kurdî pêşve biçe.

Ziman çekê herî mezin yê li dijî asîmîlebûyinê ye. Civat bi zimanê xwe çê dibin û xwe pêşve dibin. Loma ziman hebûna neteweyek e û hebûnek soyolojîk e. Ziman ji bo me Kurda, ne wekî netewyên din e, ji ber ku ne tenê ziman li me hatiye qedexekirin, her usa hebûna me û welatê mej î li me hatiye qedexekirin.

Cîhê dilxweşîye ye ku ev du salên dawî Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo perwerdeya zimanê kurdî, bi wezîrê perwerde ya Hukumeta Herema Kurdistanê re rêkeftinek çê kir ku wezareta Perwerdeyî yê bo fêrkirina zimanê kurdî dibistanên online ve bike. Ev gelekî başe, her kurdek li ku derê Cîhanê dibe bila bibe, eger di mala wî de înternet hebe dikarê beşdarî wan qursan bibin û xwe fêrî zimanê kurdî bike.

Lê ya herî girîng ewe ku bo bi destxistina mafê perwerdeya bi kurdî, divê kurd bê westan û hîn xurttir kar bikin!

___

DÎPLOMASÎYA DÎASPORA Pisporê Dîplomasiya Raya Giştî

nusar1

Axiftina serakê nemir 

KDC

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

nusar1