KDC

Category : slide

Nûçeslide

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Pirsa Bicîkirina Mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a Nû ya Wî Welatî de Gotûbêj Kirin

Harmn
Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo mîsogerkirina aramiyê li herêmê, Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê li Almanyayê civiyan. Di civînê de, ligel tekezkirina li ser pêşxistina peywendiyan, Şam bi fermî rola bibandor a Serokayetiya Herêma Kurdistanê di serxistina rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk......
ÇalakîNûçeslide

Konfederasyona Revenda Beşdarê Tazîya M.Emîn BozarslanBû

Harmn
Piştê wefata nivîskar, lêkonîner û wergerê Kurd M. EminBozarslan, libajarê Upsalayê di roja 11.02.2026´an de tazîyehat lidarxistin. Weftek Konfederasyonê ku pêkhatibû ji Serokê KDC ÎsmaîlKamil, cigirê serok Şermîn Bozarslan û Endamê KB Kovan Amedî, li Upsalayê beşdarê tazîya Mamoste Bozarslan bûn. Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil di serdana mezelê M. Emin......
Nûçeslide

‏Serok Barzanî beşdarî merasîma destpêka 11. Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê bû

Harmn
Roja Pêncşemê 5ê Sibata 2026an, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê 11.(yanzdehemîn) Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Di kongreyê de ku bi beşdariya pizîşkên her çar parçeyên Kurdistanê û pizîşkên Diyasporayê hat lidarxistin, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de spasiya Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê......
ÇalakîNûçeslide

Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê ya 31 êmîn li Swêdê hat civandin.

Harmn
  Di 31-01-2026an de kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) li Stockholmê hate lidarxistin. Ji komeleyên endam 66 nûner beşdarî kongreyê bûn. Di vê kongreyê de, hinek xalên destûrê hatin guherandin û organên Federasyonê hatin hilbijartin. Cîgira serok a KDC, berpirsa rêxistin Ṣermin Bozarslan, di kongreyê de axaftinekî kir.......
DaxuyanîGiştîslide

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê Kombûna Girseyî ya Bajarê Bonnê ji bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê

Harmn
  Kurdistaniyên Niştimanperwer, Hikûmet û Gelê Almanyayê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, gelek bi şanaziyê ve, silavan li helwesta neteweyî û yekgirtî ya Kurdên diyasporayê dike, ku li bajarê Bonnê yê welatê Almanyayê, bi yek deng û di bin siya Ala Kurdistanê de, ji bo piştgiriya xûşk û birayên xwe yên li......
DaxuyanîGiştîslide

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya derbarê diyalog û lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de

Harmn
  Ji ber hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî û neteweyî li hember rewşa hestiyar a Rojavayê Kurdistanê û guhertinên siyasî yên bilez ên ku herêm tê de derbas dibe, Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hûrgilî çavdêriya pêvajoya diyalog û lihevhatina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de dike. Tevî baweriya......
ÇalakîNûçeslide

Li Swêd: Li Qada Medborgarplatsenê Xwepêşandanek bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan

Harmn
Îro 24-01-2026´an de, kurdên Swêd ji bo piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li Stockholm li taxa Medborgarplatsenê, li jêr ala Kurdistanê bi hezaran kurd bi yek dengî gotin:Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat, Yeke yeke Kurdistan Yek e, Bjiî Berxwedana Rojava, Bijî Serhildana Rojhilat, Bijî Azadiya Kurdistan. Xwepêşandan bi surûda netewî......
DaxuyanîGiştîslide

Bangek ji Raya Giştî ya Kurdistaniyên Diyaspora re

Harmn
  Di demeke de ku gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê di bin gefa qirkirin û jenosîdê de ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanî û welatparêzên Kurdistanî li diyasporayê bi xwepêşandanên aştiyane û aram, di çarçoveya qanûnên heyî de ji bo piştgirîkirina gelê xwe li Rojava berdewam in. Yekhelwestî û yekdengîya gelê Kurdistanê......