KDC

Category : slide

Nûçeslide

Şifa Barzanî di Konferansa DiaKurd de Stratejiya Yekrêziya Neteweyî û Rola Diyasporayê Pêşkêş Kir

Karzan
Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, Konferansa Diyaloga Kurdî (DiaKurd) bi sernavê “Diyasporaya Kurd, Hêza Trans-neteweyî û Asoyên Paşerojê” hat lidarxistin. Di konferansê de Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Şifa Barzanî, gotarek girîng û biha derbarê paşeroja Kurd û erkên diyasporayê de pêşkêş kir.   Ev konferans ku roja şemiyê, 12ê......
Nûçeslide

Festîvala Şal û Şapik li Zaxoyê bû cihê kombûna hunermend û welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê

Karzan
  Bi armanca parastin û zindîhiştina kinc û cilûbergên resen ên kurdî, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê mazuvaniya Festîvala Şal û Şapik kir. Di vê bûyera mezin de, ku bi beşdariya hejmareke pir zêde ya welatî û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê birêve çû, çendîn çalakiyên çandî yên cihêreng hatin nîşandan......
Nûçeslide

Şifa Barzanî sersaxiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re Kir

Karzan
Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi helkefta koça dawî ya rojnamevan û medyakarê Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Ezîz, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata xwedêjêrazî Helkewt Ezîz kir. Tê de balkişand li ser wê yekê ku jidestdana Helkewt ziyaneke mezin bû......
Çalakîslide

Desteya nû ya kargêriya Federasyona Holendayê hate hilbijartin

Xelan
  Bi serpereştiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Konferansa Giştî ya Federasyona Revenda Kurdistanî-Holenda bi beşdariyeke berfireh a revenda kurdî li bajarê Amsterdamê yê Holendayê birêve çû, ku tê de endamên desteya kargêriya nû hatin hilbijartin. Roja şemiya 30ê Gulanê, bi amadebûna Îsmaîl Kamîl Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Qehreman Osman Berpirsê Nivîsîngeha......
Çalakîslide

Konfederasyonê Beşdarî Kongreyeke Girîng Kir

Xelan
  Konfederasyona Revenda Kurdistanê beşdarî kongreya sêyemîn a CNSê, ya taybet bi netewe û welatan, bû. Roja Duşemê, di 18.05.2026an de, kongreya sêyemîn a taybet bi netewe û welatan li bajarê Dundee yê Skotlanda Brîtanyayê bi beşdariya gelek pisporên Kurdistanî û navneteweyî pêk hat, ku tê de Konfederasyonê beşdariyeke çalak......
Nûçeslide

Kovara Rewend salvegera damezrandina xwe ya yekem li bajarê Brukselê pîroz dike

Karzan
Xebatkarên Kovara Rewend, bi hevkariya Konfederasyona Rewenda Kurdistanê, ji bo amadekirina êvareke taybet bi boneya derbasbûna salekê li ser derketina hejmara yekem a kovara xwe, amadekariyê dikin. Ev çalakiya çandî bi amadebûna Kurdên Diyasporayê, nivîskar, hevkar û dostên kovarê li paytexta Belçîkayê tê lidarxistin. Kovara Rewend ku ji aliyê Konfederasyona......