KDC

Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî û Seroka Parlamentoya Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê civiyan

Roja Înê, 8’ê 5’ê 2026’an, Kristina Herbst, Seroka Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê, li salona parlamentoyê pêşwaziya Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Kurdistaniyên niştecihê Herêma Schleswig-Holstein û Almanyayê bi giştî hate kirin.
Seroka Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina Newroza mezin a Bonnê û Newroza ku di nav avahiya parlamentoya herêmê de hate lidarxistin, diyar kir. Herwiha, wê piştgiriya xwe ji bo Kurdistaniyên niştecihê Almanyayê ragihand û ji bo karên diasporaya Kurdistanê yên ku li ser bingehên demokrasî û mirovahiyê ava bûne, serkeftin xwest.
Şefa Barzanî jî spasî hikûmet û gelê dost ê Almanyayê kir, û pabendiya xwe û ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi bingehên demokrasî û mirovahiyê ragihand. Wî hêvî kir ku piştgirî û dostaniya Almanyayê berdewam bimîne.

___

پەیامی کۆنفیدراسیۆنی رەوەندی کوردستانی لە ساڵیادی کۆچی دوایی بارزانیی نەمردا

Harmn

فەرماندەییەکی یەکەی تانکی سوپای ڕوسیا لە ئۆکرانیا کوژراوە

Harmn

لەسەر دەربڕینی ناڕەزایەتی کوردێک سزا دەدرێت 

KDC